Gelo ÎHH'ê girêdayî Wezareta Karê Hundir e? 2017-06-17 09:50:37 HATAY – ÎHH'ê li navçeya Reyhanli ya Hatayê li ser 10 donim zevî tesîsek mezin ava kir. Rojê bi 10'an TIR dikevin vê tesîsê û derdikevin. Gelek maşîneyên kar li vir kar dikin. Gelek tangerên sotemeniyê li vir in û wekî barageha leşkeri tê parastin. Berpirsiyarê vakfê îdiayên der barê xwe de bê bersîv hişt û got "Divê hûn berê destûrê ji Wezîrê Karên Hundir bigirin." Vakfa Alîkariya Mirovî û Maf û Huriyetta Mirovan (ÎHH), li ser navê alîkariya mirovan li sinorê navçeya Reyhanli ya Hatayê li ser 10 dolim zevî tesîs ava kir. Li gorî çavkaniyên Reyhanli tê diyar kirin ku ev tesîs ji bo alîkariyê bidi rêxistinên El Nusra (Tahrir El Şam), Ahrar El Şam û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) hatiye avakirin. Tê diyarkirin ku ev tesîsa li herêma ku di bin destê Tahrîr El Şam û OSO de ye, alîkariyê dide wan. Di sala 2014'an de yekîneyên TEM'ê ya Kilisê li dijî El Kaideyê operasyon pêk anîbû. ÎHH’ya ku 3 kîlometre ya Reyhanli hatiye avakirin, wekî barageha leşkerî tê parastin. Gelek TIR'ên girêdayî Navenda ÎHH û maşîneyên kar tên vê tesîsê û derdikevin. 24 SAETAN POLÎS LI BER DERIYÊ WÊ NE Li der û dora tesîsên dîwarên betonî yên 5 metre hatine avakirin. Li ser diwarê betonî jî têlên bi jilet hatine ristin. Dîsa ji her 5 metreyan kamerayek hatiye danîn û 24 saetan bi kamerayan tê temaşekirin. 2 derî li pişt û 2 derî li pêş bi giştî 4 derî hatine vekirin. Dîsa 2 deriyên lezgîn hatine vekirin. Li ber deriyê tesîsên 24 saetan polîs nobetê digirin. Li derve tesîs wekî barageha leşkerî û qereqolê tê xuyakirin. BI DEHAN TIR DIKEVIN TESÎSÊ Û DERDIKEVIN Bi baxçeyê Tesisê bi dehan TIR tên rawestandin. Maşîneyên serwîsê yên Ford Transit, maşîneyên kar tangên sotemeniyê bê navber diçin û tên. Lê li hundirê tesîsê çi dibe û çi têkirin nayê dîtin. Tesisa ku di salek dawî de hatiye avakirin kesî ji derve hilnadin hundir. Tê diyar kirin ku piştî şopa dililê wan digirin wan derbasî hundir dikin. Hat diyar kirin ku dema tesîs hat avakirin karker ji Stenbol û Enqere anîn û li vir dan xebitandin. Rayedar û karkerên tesîsê der barê armanc û xebatên li wir tên kirin bi awayekî hişk hatiye hişyarkirin û destûra bi axivin tune ye. Dema TIR derbasi hundi dibin jî piştî ketina hundir 10 deqîqe şûnde ajokarên TIR'an derbasî mêvanxaneyê dikin. NAYÊ ZANÎN DI TIRAN DE ÇI HEYE Barê TIR’an çiye nayê zanîn. Ajokarên TIR'an jî nizanın barê wan çiye. Bare TIR’an wekî malê gumrikê mohrkirî ye û teslîmî vê tesîsê tên kirin. Malên ku li TIR'an ten barkirin bêtir ji kendavên Mêrsîn û Îskenderunê tên barkirin û li tesîsa ÎHH'ê ya Reyhanli tê valakirin. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku piştî TIR li tesîsên hatin valakirin bi maşîneyên din, alav û amûran di ser gundê Bukulmez ê Reyhanli re derbasî Bajarê Atme yê Sûriyê dikin û teslîmî hêzên OSO û Tahrîr El şam dikin. AJOKARÊ TIR'Ê: ME BERÊ BI BÎDONÊN 1 LİTRE BAR KIŞAND Ajokarê TIR'ê ku berê di şîrketa ÎHH'e de kar dikir û nexwest navê xwe diyar bike, anî ziman ku wan berê bi TIR'an bar ji Kendavên Mêrsînê bar dikir û dibirin Reyhanli. Ajokar bilêv kir ku di pakêtan de bînonên 1 litre maddeya wekî avê hebû û wiha got: "Dema min carekê pakêt vekir, rayedarê ÎHH'ê xwe ji min aciz kir. “Peywirdarê ÎHH'ê got 'Te ji kê pirsî û te ew pakêt vekir. Tu dizane di wan bîdonan de çi heye? ' û xwe ji min aciz kir. Min jî got na nizanim. Wê demê dîsa Rayedarê ÎHH'ê xwe aciz kir û got' Tiştê tu nizane tu çima vedike. Ew maddeya di bîdon de dikare gundekî bişewitîne. Bi ser te de birişe xelasî tune ye. Tiştê te dît ji kesî re nebêje' û ez hişyar kirim. Tê diyar kirin ku ji bilî Tesisa ÎHH'êya li Reyhanli 5 kîlometre li sînorê Cilvegozu jî 4 depo hatine avakirin. Gelek malzeme dibin wir, lê nayê zanîn ew çi malzeme ne. Welatiyên herêmê diyar dikin ku di wan depoyan de çekên sivîl û çekên giran yên wekî narîncok, roket, fuzeyên kaytruşka, tanksavar, balafirşikêr, bombaavêj, lav û gelek çekên din hene. Welatiyên herêmê diyar kirin ku di saetên şevê de TIR'ên ÎHH'ê diçin gundê Kuşakli û ji wir derbasî Deriyê sînor ê Cilvegozu dibin. Hat zanîn ku TIR di bin ewlehiyê de diçin û tên. Piştî TIR di deriyê Cilvegozu re derbas dibin diçin sînorê Hava yê Babilê û mal teslîmî endamên Ahrar El Şamê dikin. Me xwest der barê Tesisê de agahiyê ji rayedarên ÎHH'ê bigirin. Lê rayedaran jî xwest em destûrê ji Wezareta Karên Hundir bigirin. Erdogan Alayumat / Hamdullah Kesen - dihaber