Hejmara binçavkirinên li Amedê derket 26'an 2017-06-17 09:52:02 AMED - Di çarçoveya operasyona li dijî KCD, HDK, TJA, DBP, HDP û saziyên sivîl de, hejmara kesên li Amed û bajarên din hatin binçavkirin derket 26 kesan. Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgerê Komarê yê Amedê ve di 14'ê Hezîranê de hat destpêkirin, ji rêxistinên wekî TJA, KCD, HDP, HDK û DBP'ê bi dehan siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Hat gotin ku siyasetmedarên kurd di çarçoveya operasyona ku di sal 2016'an de hatiye destpêkirin, hatine binçavkirin û li ser lêpirsîna aktîvîstên jin biryara veşarî heye. Tê îdia kirin ku siyasetmedarên di bin çavan de bi îdiaya "Bi fermana KCK'ê tev digerin" û der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di serdagirtinên li Amedê de herî dawî 4 kesên din jî hatin binçavkirin. Bi van 4 kesan re, hejmara kesên hatine binçavkirin derket 26 kesan. Her wiha hat gotin ku di çarçoveya heman operasyonê de, der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye û dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe. 26 siyasetmedarên ku hatine binçavkirin navên wan wiha ye: Nalan Gozden, Mehmet Guzel, A. Baran Dag, Sîbel Îldan, Ercan Aslan, Yuksel Baran, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Şah Can Tunen, Salih Keleş, Selahaddîn Kaygusuz, Hatîce Uçar, Kerem Duruk, Necla Nergîz, Sîbel Elvan, Devran Balkaş, Hasan Înatçi, Helbest Îlkan, Cengîz Sokmen, Paşa Şeker, Ebubekir Budak, Ayşe Yagci, Evren Ortaç, Hanim Ayhan û Gul Kiziltaş.