Mamosteyê ji Sûriyeyê: Ji Adem heta niha qirêjiyek wek DAIŞ'ê nehatiye dîtin 2017-06-17 11:26:18 REQA - Mamosteyê bi navê Mihemed Xelîl li taxa Sehebiyeyê ya Reqayê hatiye rizgarkirin. Xelîl aşkera kir ku ji Adem heta niha hişmendiyeke wek DAIŞ'ê qirêjî nehatiye ser rûyê erdê û got ku "Di tu serdema dîrokê de tiştekî wiha tune" û piştrast kir ku ji ber ku kurê wî jiyana ku DAIŞ'ê li ser wî ferz dikirin qebûl nekir, hatiye kuştin. Di pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pêngava "Şerê Mezin" li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Reqayê di roja 12'emîn de berdewam dike. Hêzên HSD'ê di eniyên rojhilat û rojava de bi pêş de diçin, taxa El Berîd ya ku dikeve rojavayê taxê li ber rizgarkirinê ye. Taxa Sînaayê ya dikeve eniya rojhilat hatiye paqijkirin, lê hêj lêgerîna li taxê berdewam dike. Ji van taxên rizgarkirî bi hezaran reqayî derbasî cihên bi ewle hatin kirin. Mamosteyê dîrokê Mihemed Xelî yê 50 salî piştî ji dorpêça çeteyan rizgar bû, der barê hovîtiya çeteyan de hêstên xwe parvekirin. ‘ÇETEYAN KURÊ MIN QETIL KIR’ Xelîl piştrast kir ku ew li taxa Sehebiyeyê dima, ji ber ku hez ji hişmendiya DAIŞ'ê nedikir, her dem di hedefa çeteya nde bû. Xelîl aşkera kir ku ev 30 sal e ew mamosteyê dîrokê ye û destnîşan kir ku kurê wî yê 24 salî yê bi navê Abdullah ji ber ku jiyana ku DAIŞ'ê li ser wî ferzdikir, qebûl nekiriye, serê wî hatiye jêkirin. Xelîl da zanîn ku kurê wî berî 2 salan li Tebqayê hatiye kuştin, cenazeyê kurê xwe jî wernegirtiye. NEHIŞTIN CENAZÊ KURÊ XWE WERBIGIRE Xelîl diyar kir ku bi îdiay kurê wî sîxûrî kiriye hatiye înfazkirin û ev tişt got: "Me jiyana wan nedieciband. Wan dixwest em tev li wan bibin, lê kurê min ev yek qebûl nekir. Rojekî girtin û ew birin. Me demek dirêj tu agahî jê negirt. Rojekî bi telefonê li min geriya. Got DAIŞ dixwaze ez bibim endamê wan. Piştî wê me tu agahî jê negirt. Herî dawî me bihîst ku ew înfaz kirine. Nehiştin em cenazeyê wî jî werbigirin." BI JINAN DEST PÊ DIKIRIN! Xelîl destnîşan kir ku DAIŞ'ê her dem tiştek li ser gel ferz dikir, kesên li dijî wê derdiketin jî dihatin înfazkirin. Xelîl got ku "Hem mêr û hem jî jin di yek rengî de komdikirin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu hemûna li ser rûyê erdê, qasî wan jinê qirêj nake. Bi kuştina jinê re jiyan tune dikirin. Li dijî jinê dijminahiyek mezin dikir. Li gorî wan divê jin derve nebîne. Ev jî pergala koletiyê ye." ‘DI TU DERA DÎROKÊ DE TUNE’ Xelîl da zanîn ku ji bo DAIŞ bê tunekirin, wî hin lêkolîn kirine, lê ji ber fikara dibe ku wî jî înfaz bikin, wî ev lêkolînên xwe îmha kirine û piştrastkir ku ji serdema Adem bigire heta niha tu tişt wekî DAIŞ'ê qirêjî nîne û vê jî ji bo nivşê pêşerojê xetereyeke gelekî mezin dibîne. ‘DIBISTAN TEV GIRTIN’ Xelîl ê ku gelek ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê kişandiye, dibêje ku "Li ser rûyê erdê hemû qirêjî û xirabî di bin navê DAIŞ'ê de kom bûye" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo van çi bê gotin kêm e. Ew keriyekî kujeran e. Hemû dibistanên li Reqayê qedexe kirin, hemû veguherandin dibistanên wehşetê yên DAIŞ'ê. Dixwazin hemû civakê wekî kujeran perwerde bikin." Nazim Daştan-Dîhaber