Rojhilata Navîn 2017-06-17 11:31:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva medya Ahmet Aktaş bal kişand ser hêzên sereke yên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku 3 hêzên sereke hene. Akta, bilêv kir ku hêzên sere Tevgera Azadiyê, DYA û Rûsya ye. Aktaş, ani ziman ku di serî de dewleta tirk, Iraq, Sûriye, Erebistan, Qatar, ne xwedî îrade û hêz in. Niviskarê Rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş li ser hêzên sereke yên li Rojhilata Navîn û rola wan rawestiya. Aktaş, anî ziman ku gelek caran tê gotin ku di Rojhilata Navîn de, sê hêzên xwedî îradeya serbixwe hene û wiha got: "Ev tê wateya ku li herêmê xwedî hêz û aktorên bingehîn ev in; DYA, Rûsya û Tevgera Azadiyê. Hêz û dewletên din, ne xwedî îrade ne, her yek pêgirtiyên van dewletên sereke ne û lewma gotina wan jî pere nake. Di serî de dewleta tirk, Iraq, Sûriye, Erebistan, Qatar û her wiha hemû hêz û dewletên herêmê, bi giştî wisa ne. Bêguman dewletên sereke DYA û Rûsya, ji bo ku li herêmê destên xwe xurt bikin di nava hewldanên mezin de ne. Her yekî li gorî xwe hevalbendên xwe çêkirine." Aktaş, da zanîn ku wekî mînak Rûsya li gel Îran û Sûriyeyê, DYA jî li gel Îsraîl, Tirkiye û hemû dewletên ereban û wiha berdewam kir: "Tevgera Azadiyê jî wekî van dewletên sereke çawa li gorî berjewendiyên dewletên xwe polîtîka didin meşandin û hevalbendên xwe saz dikin, ew jî li gorî berjewendiyên gelê xwe û gelên herêmê, li ser rêya sêyemîn; li gorî projeya rêberê xwe; di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk de siyaseta xwe dide meşandin. Niha nakokiyên di navbeyna aliyan de hem di nava hevalbendiyan de xwe bi xwe û hem jî di nav bendan de jî li hemberî hev dijwartir bûne. Bi giranî nakokiyên di navbeyna hevalbendên DYA’yê de derketiye holê. Li gorî tê dîtin, li herêmê, roj bi roj rol û giraniya AKP’ê dikeve an jî tê xistin. Ew qas li ber Trump geriya, lê wisa tê xuyakirin ku tu tişt bi dest nexist." Aktaş, bibîrxist ku berovajî, her roj navbeyna wan xerabtir dibe û wiha lê zêde kir: "Mînak; di gera Erdogan a Washingtonê de, li ber çavê cîhanê xwe lewitandin, rezaleta xwe ya li Tirkiyeyê gihandin heta ber deriyê Qesra Spî. Li Tirkiye û Kurdistanê ne bes bû li wir jî êrîşî welatparêzên Kurdistanê kirin, faşîzma xwe li wir jî raxistin ber çavên raya giştî ya cîhanê. Niha 2 mirovên Erdogan girtin û biryara girtina 10 parêzvanên wî jî dan! Almanyayê jî biryara ku hêzên xwe ji Încîrlîkê vekişîne û bibe Ûrdunê da! Ya ku desthilata Erdogan li ser pêyan digirt, 3 stûn hebûn: Yek; kaniya zêr û dolarên wî Reza Zarrab bû, ji dest çû, du; Siûdî bû ew jî ji dest çû, sê; Qatar bû, hema hema ew jî ji dest çûye." Aktaş, herî dawî destnîşan kir ku di encamê de kaniya pere û hwd. li ser Erdogan zuha bû û wiha bidawî kir: "Wisa diyar e ku dîsa ew û dost û destbirakê xwe Mesûd Barzanî man bi tenê. Lê nîşanên ku ew jî ji dest biçe derdikevin holê. Mînaka piştî ala Kerkûkê, niha jî tê gotin ku Barzanî dê di 25’ê îlonê de referandumê ji bo serxwebûna Başûr çêke! Ji ber vê bûyerê hem Erdogan ne rehet bûye û hem ew û hevparê gunehkariya xwe Bahçelî bi hev ketin. Jixwe çeka wî ya mezin DAIŞ jî, ji tahwîlê dike rabe, dê piştî Mûsil û Reqqayê were xelaskirin. Jixwe li derdora herêmên Cerablus û Şehbayê xulam û kurtêlxurên wî Arteşa Azad (OSO) û bermayên El Nusrayê jî bi hev ketine; gelek ji hev kuştine û tê gotin ku ji hev belav dibin. Ev bûyer di nava Tirkiyeyê de jî li hemberî Erdogan dijberiyê xurtir dike. Ji aliyekî din ve jî tengav dibe. Li gel Bahçelî niha Kiliçdaroglu jî dengê nerehetiya xwe bilindtir dike û derketiye meşê."