'Têkoşîna jinan naye darizandin' 2017-06-17 12:38:30 AMED - Platforma Têkoyîna ji bo Jinên bi Zorê Hatin Ragirtin, binçavkirina jinên siyasetmedar ên li Amedê hatin binçavkirin şermezar kir û diyar kir ku têkoşîna jinan nayê darizandin. Platforma Têkoyîna ji bo Jinên bi Zorê Hatin Ragirtin, binçavkirina endamên KCD'ê, HDK'ê û TJA'yê yên ku di 13 hezîranê de hatin binçavkirin şermezar kirin. Platformê bi ser navê “Têkoşîna jinan nayê darizandin" daxuyani dan û binçavkirina siysaetmedarên kurd şermezar kir. Platformê anî ziman ku di nava jinên hatin girtin de sazumankara wan Ayşe Gokkan jî heye û wiha got: "Platform ji bo jinên ji aliyê DAÎŞ û rexistinên wekî wê hatine revandin û hatine kuştin hatiye avakirin û têdikoşe. Di nava têkoşinê de ked û xebata Ayşe Gokkan gelek zêde ye. Hevalên me yên di bin baneya Platformê de li dijî êdîşên li ser jinên êzîdî, suryanî, ermenî, şîî, tirkmen û hemû jinan tedikoşe û mafê wan diparêze. Aktîvîsta TJA Sara Aktaş bi salan de ji bo parastina mafê jinê kedek mezin daye. Endama Meclisa DBP'ê Şahcan Tunen jî xwedî kedek mezin e. Dîsa Sara Aktaş û Şahcan Tunen nexweşiyên wan hene. Em ji tenduristiya wan bi fikar in. Em hişyar dikin û dixwazin Ayşe Gokkan, Yuksel Baran, Sara Aktaş, Şehcan Tuner û kesen din ên di bin çavan de serbest bên berdan.