Dayikên Şemiyê: Em piştgiriyê didin alîgirên edaletê 2017-06-17 13:53:47 STENBOL - Welatiyê bi navê Emîn Kaya di 24'ê Kanûna 1993'yan de li Şirnexê tê binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceyê roviyên wî tê derxistin û cenzeyê wî davêjin Çemê Dîcleyê. Ji bo kujerên Kaya bên dîtin, Dayikên Şemiyê bal kişandin ser "Meşa Edaletê" ya ji hêla CHP'ê ve hatiye destpêkirin û gotin ku kê alîgirê edaletê be, ew dê piştgiriya wan bikin. Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 638'an de li Qada Galatasarayê bûn. Dayikan wekî her hefteyê pankartên ku wêneyên zarokên wan li ser in danîn qadê û qurnefîl danîn ser wêneyan û ji bo aqûbeta zarokên wan bê diyarkirin, edalet xwestin. Vê hefteyê aqubeta Emîn Kaya yê di 24'ê Kanûna 1993'yan de li gundê Taruniyê ya Basaya Şirnexê hatibû binçavkirin hat pirsîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyan a Basanê, bi hinceta divê Kaya rê nîşanî me bide, ew bi xwe re birine û xwestin aqubeta kaya bê zelalkirin. ‘DÊ DOR BÊ WE JÎ’ Di çalakiyê de destpêkê dayika Murat Yildiz ê di 23'yê Sibata 1995'an de hatibû windakirin, Hanîfe Yildiz axivî. Dayika Yildiz aşkera kir ku w bi salan e edaletê dixwazin, lê kesî dengê wan nebihîstiye û bal kişand ser "Meşa Edaletê" ya CHP'ê û aşkera kirin ku kê/î ji bo edaletê tê bikoşe, ew dê piştgiriyê bidin wan. Yildiz bang li AKP'iyan jî kir û got ku "Nefikirin dê dor neyê we. Hûn nikarin bi gotinên wekî 'em misliman û îslamî ne' xwe ji vê bê heqiyê paqij bikin." Piştre birazya Emîn Kaya yê bi îşkenceyê hat qetilkirin û pitre cenazeyê wî hat dîtin, Emîne Kaya axivî. Kaya piştrast kir ku li Tirkiyeyê edalet tune û çîroka windakirina xalê xwe wiha vegot: "Lebatên laşê wî bi keviran tije kiribûn û ew avêtibûn Çemê Dîcleyê. Piştî demek dirêj cenazeyê wî bi zorê hat dîtin. Ew bavê 3 zarokan bû. Em dozdarê berpirsyarên vê zilmê ne." Kaya aşkera kir ku dema wan xwestiye cenaze defin bikin jî zilim li wan hatiye kirin û aşkera kir ku dewletê pêwîstî bi otopsiyê jî neditiye û gotine ku "Bila bi lez û bez bê definkirin." Dayikan herî dawî aşkera kir ku heta kujer hesab nedin, dê têkoşîna wan berdewam bike. Dayika Şemiyê Leyla Kaya jî aşkera kir ku di 24-29'ê Kanûna 1993'yan de Serpêlê bi navê Cemal On Fernamdarê Navçeya Basanê bûye, Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û Wezîrê Karê Hundur jî Nahît Menteşe bûye.