Polîsan dîsa mudaxale kir 2017-06-17 14:37:32 ENQERE - Akademîsyen ji bo piştgiriye bidin çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li Kolana Yukselê çalakiya xwe berdewam kirin. Akademîsyenên xwestin bimeşin rastî mudaxaleya polisan hatin. Çalakiya akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça di roja 101'an de berdewam dike. Akademîsyen û kedkarên sendîkayan ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Gulmen û Ozakça di roja 221'an de dîsa li kolana Yukselê kom bûn û xwestin bimeşin. Girseya ku li Kolana Konurêkom bûn û dowizên "101 rojin di greva birçîbûnê dene", "Em kedkarin mafdar in em dê bi ser bikevin" vekirin û xwestin ji Kolana Yukselê bimeşin ber Bîrdariya Mafên Mirovan Enqereyê. Piştîkomê dest bi meşê kirin, polîsan barîkat danîn û piştre mudaxaleyî komê kirin. Piştî polîsan kom asteng kir û mudaxale kir komê daxuyaniyek kurt da û diyar kirin ku li tu deverên cîhanê daxuyanî ne sûc e.