Ji girtiyên nexweş Aktaş re azadî xwestin 2017-06-17 15:36:37 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya "F" yê pêk anî. Çalakiya ku ev 273 roj in berdewam dike de ji bo girtiyê nexweş Murat Aktaş azadî hat xwestin. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li Qada Galatasarayê ji bo girtiyên nexweş çalakî pêk anî. Çalakiya her hefteyê di bin navê "Rûniştina F" yê de tê lidarxistin, di hefteya 273'yan de berdewam kir û pankartên "Tecrîd dikuje Girtîgehên Tîpên F bigirin" hatin vekirin û tecrîda li ser dîlên azadiyê hat şermezarkirin. Çalakvanan OHAL jî şermezar kir û xwestin girtiyê nexweş Murat Aktaş serbest bê berdan. Birayê Aktaş, Enre Aktaş diyar kir ku kekê wî li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de tê girtin, di piyên kekê wî de hin deqên reş derketine û ev jî fikarên pençeşêra laşî zêde dike. Aktaş piştrast kir ku muaneya kekê wî ji hêla rayedarên girtîgehê ve tê astengkirin, ev jî dibe sedem ku nexweşî bi lez li laşê wî belav bibe. Aktaş destnîşan kir ku kesekî 13 salan di girtîgehê de bimîne, ne pêkan vê nexweşiyê di hundur de derbas bike û wiha got: "Dewlet bi astengkirina mafê dermankirinê re sûcê mirovahiyê dike. Divê tiştek bê kirin." Piştî axaftina Aktaş, daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Meryem Bars ve hat xwendin. Bars aşkera kir ku kuştinên kiryarên wan ne diyar û kumkujî êdî li Tirkiyeyê bûne bûyerên ji rêzê û bang li gel kir ku hikumetê bidin zorê ku van êrîşan bi dawî bike. Bars da zanîn ku Murat Aktaş di sala 2004'an de hatiye girtin û ew avêtine Girtîgeha Metrîsê, niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin û ev 5 sal e pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Bars diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ji rewşa hayadar in, lê ev demek dirêj e tedawiya wî nayê kirin. Bars derbirî ku berî 2 salan bi fikara pençeşêrê biyopsîden hatiye girtin, lê hêj tedawiya Aktaş nehatiye kirin û wiha axivî: "Ji ber ku Aktaş xarinên li girtîgehê jî nikare bixwe, kîlo winda kiriye. Dîsa tê gotin ku endoskopî û kolonoskopiya medê hatiye kirin, tê gotin ku di roviyên wî de nodul heye, lê rixmê vê jî tu tedawî nehatiye destpêkirin." Bars herî dawî got ku di serî de Murat Aktaş, divê hemû dîlên azadiyê serbest bên berdan.