Ocalan dixwaze Îmraliyê bike girava aştiyê 2017-06-17 15:42:58 STENBOL - Wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç têkildarî tecrîda giran a li ser Ocalan û fikrên wî yên li ser çarseriyê got ku Ocalan hewl dide Îmraliyê veguherîne û bike Girava Aştiyê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 sal in li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya wê Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Ji 11’ê îlona 2016’an ve tu agahiyekê jê nayê girtin. Di 11’ê îlonê de birayê wî Mehmet Ocalan têkildarî greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên kurd çûbû giravê û hevdîtineke kurt pêk anîbû. Mehmet Ocalan anîbû ziman ku Rêberê Gelê Kurd jê re wiha gotiye: “Pêvajoya çareseriyê me bi dawî nekir. Projeyên me hene heke dewlet samîmî bûya ev pirsgirêk dê bihata çareserkirin. Dewlet amade be em dikarin din ava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikin.” Lê li gel di ser vê bangê re 10 meh derbas bûn dewletê bersiveke erênî nedaye. Berovajiyê vê yekê şîdeta li dijî gelê kurd hat zêdekirin. SEKNA OCALAN Wasiyê Ocalan, Mazlûm Dînç têkildarî sekn û helwesta Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê wiha got: “Ocalan bi xwe têkildarî sekna xwe wiha dibêje ‘Cewhera sekna min a li Îmraliyê; ji guherîn û veguherîna demokratîk re erê lê ji tasfiyeyê re na. Heta ev sekna min diçe heta salên 1993’yan. Ev hewldanên min li Îmraliyê jî didomin.” Dînç hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê ku li Îmraliyê pêk anîn bi bîr xistin û diyar kir ku heke hêzên navdewletê di wextêd e destekê bidana vab hewldanan dê rewş nehata û li îro asê nebûya. ŞIRÎKATIYA SÛC KIRIN Dînç bi bîr xist ku di warê hiqûqî de hem Tirkiye û hem jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hev re ji bo tasfiyekirina hewldanên çareseriyê şirîkatî kirine. Dînç da zanîn ku wê demê nûnerên ewropî digotin; bila kurd masafeyê bixin navbera xwe û Ocalan û PKK’ê. Dînç destnîşan kir ku serokomar, serokwezîr, wezîr û kizîr, serfermandar, dozger û dadgerên tirk jî wê demê digotin; heke Ocalan ne carekê lê hear car jî were darizandin dê encam neguhere. HEVDÎTINÊN LI ÎMRALIYÊ Dînç trafîka heyetên dewletê yên li Îmraliyê jî bi bîr xistin û da zanîn k udi hemû dîyalogên pêş ketin de Ocalanx westiye dewletê bîne ser xeta çareseriyê lê her ku çareserî kemiliye destwerdanekê lê hatiye kirin û pêvajo hatiye bidawîkirin. Dînç pêvajoya dawîn a di sala 2013’an de dest pê kir jî bi bîr xist û destnîşan kir ku Ocalan û Tevgera Kurd di warê çareseriyê de çi ji destên wan hat kirin lê bersiva hikumeta tirk a ji bo vê yekê êrîşên tasfiyeyê bûn. Dînç bi lêv kir ku hikumeta tirk niha jî dixwaze bi rêya OHAL’ê tecrîdê mayînde bike û ji bo vê yekê jî serî li biryarnameyan dide. BANGA DAWÎN Dînç têkildarî hevdîtina dawîn a li Îmraliyê ku di 11’ê îlona 2016’an de pêk hat jî ev tişt gotin: “Ocalan di wê hevdîtina xwe ya dawînd e jî dîsa ji bo çareserî û aştiyê bang kir û got; ‘Ez hê jî li ser projeyn aştiyê dixebitim. Bi min re li ser çareserî û aştiyê bila hevdîtinan bikin. Heke niyeteke wan a wisa hebe em bi projeya xwe ya aştiyê dikarim meseleyê din av çend mehan de safî bikin. Heke ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê samîmî bin ez dikarin rola xwe bînim cih.’ Ocalan ji bo vê bangê bersiveke erênî negirt. Heta berovajiyê vê yekê hikumeta tirk dîsa darvekirinê anî rojevê û pêvajo ji 2016 bir pêvajoya 1999’an. Di sala 2017’an de hê jî tecrîd bi awayekî mutlaq didome û tevî Ocalan ji 3 girtiyên li îmraliyê jî tu agahî nayên girtin.”