Sancar: Em amade ne bi hev re bimeşin 2017-06-17 16:03:12 ENQERE - Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar tev li çalakiya kesên bi KHK'ê hatine îxraçkirin bû, diyar kir ku kesên duh xeta kirin, îro meşa wan a ji bo edalet û demokrasiyê rast e û aşkera kir ku ew wekî HDP çi bikeve ser milê wan, amade ne pêk bînin. Platforma Şaxên KESK'ê ya Enqereyê ji bo kesên bi rêya Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) ji kar hatin avêtin, li Kolana Sakaruyayê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de Parlanemterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, rêveberên HDP'A bajêr, akademîsyenên ku hatine îxrackirin, endamên KESK'ê û gelek kes beşdar bûn. Li ser navê çalakvanan Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê yê Enqereyê Devrîm Kahraman axivî. ‘EM BIRYARA DMME'YÊ QEBÛL NAKIN’ Kahraman bal kişand ser rejîma OHAL û KHK'e û aşkera kir ku bi rêya KHK'ê 110 hezar kes ji kar hatiye avêtin. Kahraman êrîşên li dijî çalakvanên ku piştgiriyê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî şermezar kir û ev wekî bêhiqûqiya OHAL'ê pênase kir. Kahraman biryara DMME'yê ya der barê îxracan de jî bi bîr xist û wiha axivî: "Em wekî endamên KESK'e vê biryarê qebûl nakin. Hem DMME û hem jî komîsyon bi awayekî keyfî nêzîkî biryara der barê 2 milyon kesî de bûne." Mîthat Sancar jî di axaftina xwe de aşkera kir ku pêvajoya derbeyê berdewam dike û got ku "Piştî 20'ê Tîrmehê pêvajoya derbeyê berdewam dike." Sancar piştrast kir ku di nava 10 mehan de girseyeke mexdûr çêbûye û wiha pê de çû: "Tenê yek armanca wê heye, hemû daxwazên demokrasiyê hatin tepisandin. Bi vê re êdî berxwedana hevbeş ferz e, ne pêkan bi tena serê xwe ev têkoşîn bi ser bikeve." Sancar diyar kir ku kesên meşa edaletê dikin, dereng be jî rast dikin û aşkera kir ku ew amade ne ji bo hemû civak, azadî û wekheviyê bimeşin û bang li tevahiya hêzên azadîxwaz kir ku bi yek dilî li têkoşîna xwe mezin bikin.