Xizmên windayan di hefteya 436'an de li edaletê geriyan 2017-06-17 16:10:21 AMED/ÎZMÎR - Xizmên windayan li Amed û Îzmirê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 436'an de li windayan geriyan. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 436'an de çalakiya “Bila winda bên ditin" faîl bên darizandin" berdewam kirin. Xizmên windayan û rêvberên ÎHD'ê li komeleyê wêneyên windayan vekirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin, daxuyanî xwend. Yalçin, diyar kir ku heta niha şikdar û gumanbarek nehatiye binçavkirin û nehatiye darizandin. Yalçin, xwest demek beri demekê edalet cihê xwe bibîne. Yalçin, bal kişand ser çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ku di roja 101'an doe didome û wiha got: "Divê daxwazên wan pek bê." DI ÎFADEYA AYHAN ÇARKIN DE DEKET HOLÊ Rêveberê ÎHD Hasan Pekdogan, çîroka Adnan Bagca yê di 11'ê Hezirana 1990'an de li rawestgeha Texsiyan a Ordu ya Sîweregê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û wiha got: "Malbata Bagca diyar kirin ku bi texsiya Torosê ya plaka wê 56 DA 423 rêwî dibir Amedê. Malbate anî ziman ku 3 roj şûnde Midûrê Polîsan ê Sîweregê li wan geriyan û diyar kirin ku Bagca li Amedê hatiye binçavkirin." Pekdogan, anî ziman ku Bagca ji aliyê JÎTEM'ê ve bi zorê hatiye revandin û wiha got: "Di îfadeyên Ayhan Çarkin ên di sala 2011’an de jî hat dîtin. ŞAXA ÎZMÎRE JÎ DAXUYANÎ DAN Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li ber Sumerbank a berê ya Konakê daxuyanî da. ÎHD'ê faîlên karsazên kurd Adnan Yildirim, Savaş Buldan û Haci Karay pirsî. Rêveberên HDP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bê darizandin" û “Winda wîcdan e, li wîcdanê xwe xwedi derkevin" vekir. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek, diyar kir ku di serdema Serokwezîra berê Tansu Çiler de karsazên kurd Adnan Yildirim, Savaş Buldan û Haci Karay hatin windakirin û wiha got: "Adnan Yıldırım, Haci Karay û Savaş Buldan bi zorê hat revandin. Piştî daxuyaniyê 5 deqiqe çalakiya rûniştinê pêk anin.