Xebatkarên TV10: Ger lêgerina edaletê hebe hevî heye 2017-06-17 16:26:39 STENBOL - Xebatkarên TV 10 di hefteya 37'an de çalakiya xwe ya li Qada Galatsarayê berdewam kirin û xwestin televîzyona wan bê vekirin. Xebatkaran anin ziman ku ger serokê giştî yê partiyekê dest bi meşa edaletê bike wê demê li vî welatî hevî heye. Xebatkarên TV10 ya bi KHK'êhat girtin, ji bo girtina televîzyonê şermezar bikin di hefteya 37'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê û Komeleyên Elewiyan jî piştgiri dan meşê. Xebatkarên TV10'ê di çalakiyê de pankartên "TV 10 nayê bêdeng kirin", “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Dengê heqîqetê TV 10 nayê bedeng kirin" berz kir. Gerînendeyê Giştî yê TV 10 Veli Buyukşahin diyar kir ku 37 hefte ne li Qada Galatasarayê kom dibin û wiha got: "Em dixwazin OHAL rabe, mexdûriyetên bi KHK'ê bi dawî bibe. Em dixwazin kesên girtî bên bedan. Dayikên Şemiyê Selvi Gulmez jî anî ziman ku anî ziman ku dewlet ji bo wan ker, kor û hîs nake û wiha got: "Tirkiye li ser piyê sinar e. Ger ku em tev bibin yek kes nikare zilmê li me bike.