Der barê birîndaran de lêpirsîn hat vekirin 2017-06-17 16:50:24 DERSIM - Berî çend rojan li Newala Pîlemûryeyê bombebaran pêk hatibûy, di êrîşê de Pinar Aydin û Ozdal Donmez birîndar bûbûn. Walîtiyê wekî her carê dîsa daxuyaniyên sosret dabûn û îdia kiribû ku "2 kesên ku tê fikrîn kurye ne hatine girtin", lê malbata Ozdal bertek nîşanî daxuyaniya walî da û aşkera kir ku kurê wan amadekariya zewacê dike û daxuyaniya walîtiyê derewand. Berî 4 rojan li herêma Zegeyê ya li Newala Pîlemûryeyê ya Dersimê bombebaran pêk hatibû û di êrîşê de Ozdal Donmez û Pinar Aydin birîndar bûbûn. Donmez li Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê, Aydin jî li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Firatê ya Xarpêtê tê dermankirin. Ji ber parçeyên şerapnelê, Aydin dê 2 emelyetên din jî derbas bike. Piştî walîtiyê îdia kiribû ku "2 kesên ku tê fikrîn kurye ne hatine girtin", Serdozgerê Komarê yê Dersimê lêpirsîn dabû destpêkirin. Hêj lêpirsîn berdewam dike, biryara veşarî anîn ser dosyayê, der barê Aydin û Donmez de biryara binçavkirinê hat derxistin. Di dema bombebaranê de ajokarekî tankerê û 2 welatî hatibûn binçavkirin. Parêzerê Aydin û Donmez serî li dozgeriyê da, hat gotin ku ew li benda wêneyên ji hêla balafirên keşfê ve hatine kişandin in. Donmez ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê tê dermankirin, destên wî bi ranzeyê ve hatibû kelepçekirin, li ser itiraza ÎHD'a Dersimê, kelepçe hatin vekirin. ‘DÊ KES NEÇE CIHEKÎ?' Dayika Donmez, Nurhan Donmez aşkera kir ku roja êrîşê wan bi hev re taştê xwariye, polîsên li ber deriyê nexweşxaneyê rawestiya ne jî nahêlin ew xizmên xwe bibînin. Dayika Donmez piştrast kir ku zarokên wan ji bo gerê çûne herêmê û bertekên xwe wiha anî ziman: "Dê kes êdî bi cihekî ven neçe?" Donmez nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniya walîtiyê ya "Du kesên ku tê fikirîn kurye ne hatin girtin" jî da û destnîşan kir ku zarokê wan ne kurye ne û ev agahiyên walîtiyê jî derewand.