Di teqînê de 2 leşkera mirin 7 leşker birîndar bûn 2017-06-17 17:05:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên li çoltara Çelê derketin operasyonê teqîn pêk hat, hat gotin 2 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne. Gelek herêmên Kurdistanê yên ku ji hêla artêşa tirk ve qedexe hatiye îlankirin û operasyon hatiye destpêkirin, şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Hat gotin li çoltara navçeya Çelê ya Colemêrgê teqînek pêk hatiye, 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 7 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.