Ciwanê ku hevalê xwe xelas kir fetisî 2017-06-17 19:41:46 AMED- Husamettîn Kil ku dema xwest hevalê xwe yê şemitî Çemê Malabadê xelas bike, xeniqî. Li Farqîna Amedê du hevalên ku xwestin li nêzî Pira Malabadê li qeraxa avê xwe hênik bikin yek jê fetisî. Ciwanê bi navê Husamettîn Kil, dema xwest hevalê xwe yê ku lingê wî şemitî û ket avê xelas bike fetisî. Noqarên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin cihê bûyerê û di demeke kin de cenazeyê Kil dîtin. Cenazeyê Kil şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.