Li park, qehwexane, kargeh û malan perwerdehiya bi kurdî 2017-06-18 09:11:51 AGIRÎ - Piştî ku qeyûmê tayînî Şaredariya Agiriyê bû Navenda Çandê ya Sema Yuceyê girt, mamosteya kurdî ya navendê Avşîn Aslan li park, kargeh, qehwexane û malan dersê dide xwendekarên xwe. Piştî ku Walî Mûsa Işin wek qeyûmê tayînî Şaredariya Agiriyê bû û Navenda Çandê ya Sema Yuceyê girt, mamosteya kurdî ya navendê Avşîn Aslan li park, kargeh, qehwexane û malan dersê dide xwendekarên xwe. ‘EWIL KURDÎ DIBE HEDEF' Aslan, bi bîr xist ku şaredariyên gel hatine "dagirkirin". Aslan, got ku îcraeta ewil ya hemû qeyûman girtina navendên perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û wiha got: "Qeyûmên tên tayînkirin ewil berê xwe didin çand û hunerê. Li vir jî heman tişt qewimî. Hemû tiştên bi kurdî radikin. Navê parkan, navê saziyan hema çi yê bi kurdî hebe dikin tirkî. Dixwazin bi vê yekê bîr û boçûna ziman û çanda kurdî tune bikin." ‘HER DER JI BO ME POL E' Aslan, da zanîn ku piştî Navenda Çandê ya Semayê hatiye girtin perwerdehiya xwendekarên wan nîvco maye û ji bo vê xwendekara serî li wan dane. Aslan wiha axivî: "Xwendekar civiyan û hatin cem me. Gotin ew dixwazin perwerdehiya xwe ya nîvcomayî bidomînin. Me rasteqîniya ziman û çandê li her qadên jiyanê da der. Li malên me, li malbatên me, kuçe û kolanên me, li her derê bajarê me çand û zimanê me heye. Ew çax diviya ku her qadên jiyanê ji bo me bibin pol. Em bi vê mantiqê tevgeriyan û her der ji bo me bû pol." Aslan, diyar kir ku piştî demeke kin wan dest bi dersadayînê kiriye û dersê didin komên 6 kesiyî. Aslan, got ku bi giştî 35 xwendekarên wê hene û wiha got: "Ji bo perwerdekarekê ev cihê bextewariyê ye. Komek li parkê, komek li malê, komek li qehwexaneyê dicive û em dersên xwe didomînin." HEJMARA XWENDEKARAN ZÊDE DIBE Aslan, anî ziman ku li gel hemû bêderfetiyan jî hejmara xwendekaran zêde dibe û wiha domand: "Bi girtina navenda çandê em hay ji van tiştan çêbûn. Ji bo em dersê bidin xwendekarên xwe pêdivî bi sîwanekê tune ye. Heke mijar zimanê dayikê be, ew çax tu bêderfetî nikarin ji bo dersdayînê bibin asteng."