Hamzaoglû: Divê ev meş xwe bigihîne heta Edîrneyê 2017-06-18 09:13:06 STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, diyar kir ku "Meşa Edaletê" ya ku CHP daye destpêkirin meşeke watedar e û divê xwedî lê bê derketin û wiha got: "Divê ev meş xwe bigihîne heta Edîrneyê." Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû, "Meşa Edaletê" ya ku piştî girtina Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû ji aliyê CHP'ê ve hat destpêkirin nirxand. Hamzaoglû wiha got: "Ev meş meşa gelên Tirkiyeyê ye. Divê ev meş xwe bigihîne heta Edîrneyê." 'MEŞ WATEDAR E' Hamzaoglû, dest nîşan kir ku ev meş meşeke girîng e û divê xwedî lê bê derketin û wiha domand: "Div destnedayîna Meclîsê bi destnedayîna kursiyê bê sînorkirin. Em tevlî vê dibin. Lê belê, dema parlementerên HDP'ê bûn hedef û dengdayîna ji bo betalkirina destnedayînan ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Pêşî divê em bin vê xêz bikin. Bi wê hêzê hevserokên giştî yên HDP'ê bêyî pirs û lêpirsîn hatin girtin. Bi heman awayî hevşaredar jî hatin girtin û ev girtin veguherandin formulekê. Niha bêhn ji huqûqê tê. Ji ber vê lêgerîna edaletê tiştekî rast e. MEŞA GELÊN TIRKIYEYÊ YE Lê belê, ji piştevaniya vê lêgerîna edaletê wirdetir, daxwaza lêgerîna edaletê daxwaza me hemûyan e. Şaş e ku em an jî hin kesên din ji îktîdarê hêviya daxwaza edaletê bikin. Ji bo em bi xwe vê derxînin holê, divê xwedî li meşa edaletê bê derketin û divê em di nav wê de cih bigirin. Ev ne daxwaza Birêz Kiliçdaroglû û ne jî ya CHP'ê ye. Ev daxwaza gelên Tirkiyeyê ye. Ev daxwaza hevpar a çîna karkeran, ciwan û jinên Tirkiyeyê ye. Encama referandûmê ev yek derxist holê. Jixwe 'Meclîsên Na' ev tişt birêxistin kirin. Ji ber vê divê bi feraseta ku meşa edaletê ya gelên Tirkiyeyê ye tevgerînek çêbibe. Ji ber vê divê her kes xwedî li vê meşê derkeve." Hamzaoglû, balê kişand ser xebatên "na" yên di dema referandûmê de û wiha domand: "Dibe ku rengê hincetên her kesî cuda bin. Hemû reng û hincetên me ji bo hevserokên me û siyasetmedarên me ne, lê di asasê xwe de ji bo hemû civakê ye. CHP'î jî bi heman awayî, ODP'î jî bi heman awayî... Divê hemû gelên Tirkiyeyê daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Lê divê ev daxwaza wek ku dê îktîdara niha bide me neyê fikirîn. Divê em wek rewşeke ku em ê bistînin û bisepînin bê dîtin." 'DIVÊ EV MEŞ XWE BIGIHÎNE HETA EDÎRNEYÊ' Hamzaoglû, balê kişand ser mafdarî û rewabûna çalakiya ku tê lidarxistin û wiha axivî: "Ev awayê çalakiya rewa ye. Divê di vê pêvajoyê de ev meş Kandirayê jî bibîne. Divê li Stenbolê bi dawî nebe. Divê ev meş xwe bigihîne heta Edîrneyê. Divê em hemû wek gelên Tirkiyeyê bi hev re bi vê perspektîfê tevbigerin." Hamzaoglû wiha domand: "Roj roja gelan e. Roj ew roj e ku wê îktîdara ku di 2002'yan de digot 'ez ê aramî û azadiyê ji bo her kesî bînim' lê derew kirin ji îktîdarê daxîne û biguherîne. Belê, em hemû bi hev re dikarin vî tiştî bikin. Me di pêvajoya referandûmê de ev yek kir. Ji niha û pêve jî em dikarin bikin. Divê em vê pêvajoyê bi vî awayî bibînin."