Ji bo AKM'ê bertek nîşanî Erdogan da: Ji ber ku te neecibandiye tu nikarî birûxînî 2017-06-18 09:13:42 STENBOL - Mîmara Bilind Mucella Yapici, der barê AKM'ê de ku Serokomar Erdogan daxuyandibû ku dê bê rûxandin, axivî. Yapici wiha got: "Ji ber ku te neecibandiye, tu nikarî birûxînî." Mîmara Bilind Mucella Yapici, der barê Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya li Taksîmê de, ku Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo wê gotibû 'Avahiyeke nebaş û kirêt e" axivî. Yapici, got ku ji dêvla ku avahî bê rûxandinê divê bê restorekirin. ‘FERASETA TÊKÛZKIRINA ÎKTÎDARA XWE' Yapici, bi bîr xist ku Qada Taksîmê ji dema Osmaliyê heta salên destpêkê yên Komarê û ji wir jî heta roja îro bûye cihê bi dehan berxwedan û bûyerên dîrokî û wiha got: "AKM û Taksîm hevdu temam dikin. Têkoşîna li dijî rûxandina AKM'ê, têkoşîna li hemberî ew qas bûyer û berxwedanên dîrokî ye." Yapici, diyar kir ku sedemeke din a ji bo rûxandina AKM'ê jî ji ber feraseta ku îktîdar dixwaze "avahiyên kevn birûxîne û bi vî awayî îktîdara xwe têkûz bike" ye û wiha got: "Li vir hesabpirsîna bi Komarê re derdikeve holê." 'ZAROKÊN GEZIYÊ XWEDÎ LI AKM'Ê DERDIKETIN' Yapici, bi bîr xist ku Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di sala 2008'an de dixwest AKM'ê birûxîne, lê seyra bûyeran guherî. Yapici, got ku di sala 2013'an de li ser hewldanên dûr û dirêj wan AKM'ê xistiye lîsteya mîrateyên çandî. Yapici wiha domand: "Bi projeya hevpar a Wezareta Çandê û Odeya Mîmaran biryara ku dê AKM bê restorekirin hat dayîn. A rast dê di sala 2013'an de proje dest pê bikirana, lê belê wê demê pêvajoya Geziyê dest pê kir û êdî li Qada Taksîmê wateyeke cuda li AKM'ê hat barkirin. Zarokên Geziyê xwedî li AKM'ê jî derdiketin. Belkî jî ya ku îktîdarê nerihet dikir hinekî jî ev bû." ‘DÊ NIKARIBIN BIRÛXÎNIN' Yapici, bi bîr xist ku di şert û mercên normal de divê navenda çandê neyê rûxandin, lê belê taybetmendiyeke Erdogan a ku tişekî nasnake heye û wiha got: "Ji bo rûxandina wê ji hêla civakê ve bike weke rûxandineke asayî û sivik gotinên wek 'avahiyeke zaf kirêt e' bi kar tîne. Halbûkî avahiyek ne bi xweşikbûn an jî bedewiya xwe, bi mîmarî û nirxên xwe esas tê girtin." Yapici bang li Erdogan kir û wiha got: "Niha ji ber ku te neecibandiye, tu nikarî wê birûxînî. Tu yê bi nirxên polîtîk û estetîk nîqaşa sibê bikî. Ev fikreke zaf çewt e. Bi projeya hevpar a Wezareta Çandê û Odeya Mîmaran malzeme û xêzkirinên wê yên mîmarî li gel me mewcûd in. Heke bê rûxandin em ê ya nû ava bikin." Asya İnedi - dihaber