Îdiaya ku vê carê jî 'dora Kiliçdaroglû ye' 2017-06-18 09:16:31 ENQERE- Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Kemal Kiliçdaroglû wiha gotibû: "Heke daraz gazî te jî bike, qet neheyirî." Hat diyarkirin ku, bi vê gotinê peyam daye Kiliçdaroglû. Derdorên AKP'ê, îdiaya ku Kiliçdaroglû belgeyên der barê TIR'ên MÎT'ê de dane Berberoglû tînin ziman. Bi girtina Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberglû re, tê diyarkirin ku piştî HDP'ê niha jî dor hatiye CHP'ê. Bi taybetî jî piştî ku 25 sal cezayê girtîgehê li Berberoglû hat birîn, ev nîqaş zêde bûn. ERDOGAN PEYAM DA KILIÇDAROGLÛ Serokomar Erogan der barê nûçeya TIR'ên MÎT'ê de gotibû "Dê hesab bidin". Piştî van gotinan, der barê rojnamger Can Dundar û Erdem Gul de doz hatibû vekirin. Piştî pêvajoya vekirina dozê û girtinê, vê carê jî Berberoglû hat girtin. Ev wek ku Erdogan ferman daye darazê tê şîrovekirin. Piştî girtina Berberoglû, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû "Meşa Edaletê" da destpêkirin û li ser vê Erdogan bertek nîşanî Kiliçdaroglû da û wiha got: "Heke rojekê daraz gazî te jî bike qet neheyirî". Ev gotin, wek peyamekê hatin nirxandin. GELO AMADEKARIYÊN KILIÇDAROGLÛ DIKIN? Li kulîsên Enqereyê ev gotinên Erdogan, wek ku der barê Kiliçdaroglû de hin amadekarî tên kirin, xwe didin der. her wiha li ser bertekên ji bo girtina Berberoglû li kulîsên AKP'ê gotinên bi vî rengî belav dibin: "Di bin vê de hin kesên din hene, dê ev têkilî jî derkevin holê." Nivîskarê Starê Ahmet Kekeç duh bi ser navê "Heke Berberoglû biaxive dê erd biheje" nivîsek nivîsand. Kekeç, di vê nivîsa xwe de wiha balê dikişîne ser Kiliçdaroglû: "Enîs Berbeoglû, ji ber wan 'belgeyên qedexe' ên tên zanîn dane Can Dundar tê tawanbarkirin. (Li gor îfadeya Can Dundar, 'Tu karê bibêjî min belge ji wî stendine, yanî ji tiştekî natirsim...' Diyar e ku bi awayekî mîsogeriyî diaxive. Yanî difikire ku dê 'neyê cezakirin' û dê ji aliyê 'destekî' pêbawer bê parastin.) Ma ew belge bi zembîlan ji asîmanan daneketin. Teqez hin kesan dane Berberoglû. Ew 'kes' kî ne? Divê Enîs Berberoglû vê yekê eşkere bike. Heke ew nav an jî ew nav derkevin holê, dê kûmpasa ku li Tirkiyeyê çêkirin jî bê eşkerekirin." Her wiha tişta balkêş jî ew e ku piştî vê nivîsê bi rojekê Erdogan daxuyaniya "Dibe ku daraz ji bo îfadeyê gazî te jî bike" da. NAVNÎŞANA PIRSA ‘KESÊ KU EW BELGE DAN KÎ YE' Tê destnîşankirin ku ev îdia bi qenalên cuda ji bo CHP'ê tên ragihandin. Tê diyarkirin ku ji ber ku CHP jî ev tişt bihîstiye demildest dest bi 'Meşa Edaletê' kiriye. Her wiha hin derdor jî diyar dikin ku dor dora Kiliçdaroglû ye. Rewşa Kiliçdaroglûyê ku ji bo dozên Balyoz û Ergenekonê bi neçalakbûyîna xwe û ji bo girtina parlementerên HDP'ê bi bêdengiya xwe dihat tawanbarkirin, balê dikêşe. Her wiha tê diyarkirin ku ji bo Berberoglû bi tenê nemîne ji partiya xwe alîkarî xwestiye.