'Bi lêkirina dîwarên li ser sînor dê mirin û xizanî zêdetir bibe' 2017-06-18 09:17:00 WAN - Welatiyên ku li gundên Avzerk, Xirabsork û Şerefxanê yên girêdayî Serayê ne û li sînorê Îranê, diyar kirin ku qereqol û qaleqolên li ser sînor ji bilî xizanî û mirinê pêvtir tiştekî nadin welatiyên herêmê. Gundiyan got ku, bi lêkirina dîwar dê mirin û xizanî zêdetir bibe. Piştî sînorê Sûriyeyê niha jî bi hinceta "ewlehiyê" li sînorê Ermenîstan û Îranê dîwar tên lêkirin. Welatiyên li van herêman dijîn bertek nîşanî vê rewşê dan. Gundiyên li gundên Avzerk, Xirabsork û Şerefxanê yên navçeya Serayê ya Wanê dijîn diyar kirin ku qereqol û qaleqolên li sînor ji bilî mirin û xizaniyê pêvtir tiştek nedaye wan. Her wiha welatiya got ku, dê ev pêvajo bi dîwarê tê lêkirin bê zexmkirin. ‘BI DÎWAR RE DÊ MIRIN ZÊDE BIBIN' Li gundê Xirabsorkê, Mûsa Guleryuz (38), ku di 31'ê Cotmeha 2012'an de li ser sînor birayê wî bi guleya leşkeran miribû, got ku lêkirina dîwar tê wateya zêdebûna mirinê. Guleryuz, anî ziman ku niştecihên gund debara xwe bi mazotê dikin. Guleryuz, anî ziman ku mirin li herêmê dibin sedema koçberiyê û wiha got: "Piştî ku li ser sînor mirovên me hatin kuştin êdî xweşikî kes li gundan namîne. Em dîwarê ku dê bê lêkirin naxwazin. Dema sînor tune bû mirov debara xwe dikirin. Bi saya mazotê her kes debara xwe dikir." ‘ÊDÎ EM NIKARIN JI DERIYÊ SÎNOR TIŞTEKÎ BÎNIN' Cûma Çelebî, diyar kir ku ew demekê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê dixebitî û wiha axivî: "Deriyê sînor vekiriye, lê mirov nikarin tiştekî jî bînin. Êdî ew jî tune ye. Berê ciwanan mazot dianî û pere qezenc dikirin. Lê niha her kes berê xwe dide rojavayê Tirkiyeyê. Li ser înşeatan dixebitin. Ev çend sal in ku li van deran sînor girtiye, kes nema. Ya dikujin an jî digirin. Ma fabrîka hene ku em li van deran bixebitin. Navbera vir û Serayê 3 kîlometre ye. Heta ku em diçin wir 3 caran lêgerîn heye. Êdî nahêlin ku em ji malên xwe jî derkevin." ‘ÇAVKANIYA DEBARA ME EW SÎNOR E' Li gundê Avzerkê Cuneyt Korkût jî, anî ziman ku dema wî di sînor re mazot derbas dikir bi guleya leşkerên Îranê birîndar bûye û wiha pirsî: "Li sînor tu tişt jî tune ye. Kî derbas bibe dikujin. Yê me jî çavkaniya debara me ev sînor e. Fabrîka tune ne, kargeh tune ne. Îjar em ê li van deran çi bikin û çi bixwin?" ‘HEKE DÎWAR BÊ LÊKIRIN DÊ CIWAN NEMÎNIN' Korkût wiha domand: "Heke li van deran dîwar bê lêkirin, dê ciwan nemînin. Ne fabrîka hene, ne jî kar. An em ê diziyê bikin an jî em ê têkevin malên yekî. Wekî din tiştek tune ye. Divê li sînor dîwar neyê lêkirin. Heke bê lêkirin dê ciwanên wek me nemînin." ‘EM XIZMÊN XWE NABÎNIN' Li gundê Şerefxanê Mûstafa Ustundag jî, got ku xizmên wan li herêma Geliyê Kato ya Îranê ne û ji ber sînor ew nikarin hevdu bibînin. Ustundag, diyar kir ku dema qereqol û qaleqol zêde tune bûn, wan xizmên xwe didît û wiha axivî: "Niha pasaportê dixwazin, lê em nikarin biçin. Dixwazim xizmê xwe bibînim. Berê dema sînor tune bû, di cejnan de em diçûn. Berê em pir diçûn û dihatin. Bila sînor tune bin, bila xizmên me bên. Dibên ê dîwaran lê bikin. Bila lê kin, ma ê çi bibe. Berê em bi awayekî qaçax diçûn, heke niha dîwar lê bikin ê çi bibe yanî." ‘LI SÎNOR KURÊ MIN KUŞTIN' Soylemez Erdûrûr got ku li sînor kurê wê Sedat Erdûrûr hatiye kuştin û wiha got: "5 sal berê li ser sînor kurê min kuştin. Dema ji bo mazotê çû ew qetil kirin. Heke sînor tune be, ê mirov nemirin. Hin kes bi zor û heft bela diçin û xercaneya xwe bi dest dixin. Heke niha dîwar lê bikin, ê kes nikaribe biçe."