Dadgeha îstinafê biryara Kazanhan pesend kir 2017-06-18 09:17:32 ŞIRNEX - Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, biryara dadgeha herêmî ya der barê mirina Nîhat Kazanhanê 12 salî ku li Cîzirî bi guleya polîsan hatibû kuştin de, pesend kir. Dadgehê dest nîşan kir ku, cezayê ku li polîsên bersûc hatiye birîn li gor usûl û qanûnê ye. Li Cizîra Şirnexê di 14'ê Çileya 2015'an de Nîhat Kazanhanê 12 salî dema ku li ber mala xwe dilîst, bi guleya polîsê taybet ê bi navê M.N.G hatibû kuştin. Di doza Kazanhan de, biryara ku dadgeha herêmî dabû ji aliyê 2'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê hat pesendkirin. Dadgeha herêmî (îstinafê), yekser biryara ku Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê dabû qebûl kir. Her wiha dadgehê daxwazên parêzerên Kazanhan û polîsê girtî yê bi navê M.N.G. red kirin. DAXWAZA ÎSTINAFÊ YA BAROYAN HAT REDKIRIN Baroyên Şirnex, Amed, Antalya, Bedlîs, Bûrsa, Ankara û Aydinê xwestin beşdarî dozê bibin. Lê belê dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku derfeta ku baro tevlî bibin tune ye û daxwaza îstinafê ya baroyan red kir. Her wiha dadgehê îtirazên parêzerên Kazanhan ku diyar kiribûn ku di lêpirsînê de kêmasî hene jî red kir û dest nîşan kir ku cezayê ku li polîsên bersûc hatiye birîn li gor usûl û qanûnê ye. Dadgehê daxwaza tehliyekirinê ya parêzerên polîsê bersûc M.N.G. jî red kir û diyar kir ku, ji sûcê "kuştina bi qesdî" beraeta polîsê bersûc ê bi navê H.V. jî li gor usûlê ye. Dadgehê, dest nîşan kir ku bi delîlên di dozê de di kirariyan de tu kêmasî tune ne. Di 11'ê Mijdara 2016'an de Dadgeha Cezayê Giran bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" cezayê muebetê li polîsê bi navê M.N.G. birîbû, lê paşê bi qenaeta ku bersûc ji ber "tahrîkê" ev sûc kiriye, cezayê wî daxistibû 16 salan. Her wiha heyeta dadgehê dîsa diyar kiribû ku di pêvajoya darizandinê de bersûc bi awayekî erênî tevgeriyaye û cezayê wî daxistibû 13 sal û 4 mehan. Heman dadgehê li polîsên bersûc ên bi navê O.Ç., U.I., G.T. û H.V. de jî 6 meh ceza birîbû, lê bi qenaeta ku dê ev polîs sûc nekin daxuyandina hukmê taloq kiribû.