Kiliçdaroglu: Musayê her Fîrewnekî heye 2017-06-18 10:57:16 ENQERE - “Meşa Edaletê” ya ku bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu hat destpêkirin, di roja çeremîn de bi tevlîbûnek ku gihişt du qatan didome. Beriya Kiliçdaroglu dest bi meşê bike daxuyanî da û got: “Musayê her Fîrewnekî heye.” Piştî parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu hat girtin partiya CHP’ê jî “Meşa Edaletê” ji Enqerê ber bi Stenbolê ve da destpêkirin. Meş di roja 4’emîn de dewam dike. Li gel germa zêde meşê di roja 4’emîn de di bin baranê de destpê kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê TÎHV Metîn Bakkalci, Erdal Bozkurt û parêzer Turgut Kazan jî tevlî meşê bûn. HEJMAR DERKET DU QATAN Ji çar aliyên Tirkiyê rêxistinên CHP’ê beşdarî meşê bûn û beşdariya meşê ji roja berê zêdetir bû û gihîşt du qatan. Kemal Kiliçdaroglu beriya dest bi meşê bike daxuyanî da û bersiv da daxuyaniya Serokomar Erdogan a “Daraz dê sibê we jî dawet bike” û got: “Dixwazin me tahrîk bikin. Lê em ê ber bi bayê tahrîkên wan nekevin. Dixwazin me bi darazê tehdît bikin.” Kiliçdaroglu di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Duh darbevanê 20’ê tîrmehê daxuyaniyan daye. Di bin karavana min de klozeta zêr tune ye. Heke ku daxwaz dike bila ew şevek bê di karavanê de rakeve, ez ê li erdê rakevim.” ‘MIN PIRSEK KIRIBÛ’ Kiliçdaroglu destnîşan kir ku hêj bersiva pirsa wî ya “Namûs û şeref ji bo we çi îfade dike?” nehatiye û got: “Lê bila viya ji bîr nekin. Musayê her Fîrewnekî heye.” Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglu meşa roja 4’emîn ji Kurtbogazi destpê kir û beriya bigihîjin Kizilcihamamê dê meşa îro temam bibe. Çalakvan dê 20 kîlo metre rê bimeşin.