Têkildarî jehrîbûna leşkeran 21 kes hatin binçavkirin 2017-06-18 11:26:56 MANÎSA – Li Manîsaya ku bi jehrîbûna leşkeran ket rojevê şevê din jî li Qişleya Albay Arîf Seyhûn 731 leşker jehrî bûn. Têkildarî jehrîbûnê 21 kes hatin binçavkirin. Şevê din li Qişleya Albay Arîf Seyhun ya Perwerdehiya Leşkeran a Manîsayê 731 leşker li ser gumana jehrîbûne rakirin nexweşxaneyê. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê lêpirsîn da destpêkirin. Di nav de xebatkarên şirketa xwarinê jî heye 21 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Manîsayê. Wezîrê Parastina Netewî Fikrî Işik ji li nexweşxaneyan leşkerên jehrî bûne ziyaret kir. Işik, anî ziman ku dê şirketa xwarinê di ber çavan re derbas bikin. Wezîr Işişk û rayedarên dewletê û parlementerên AKP’ê yên pê re di ziyareta nexweşxaneyan de rastî berteka xizmên leşkeran hatin û ji aliyê komekê ve hatin şermezarkirin. BERÊ JÎ LEŞKER JEHRÎ BÛBÛN Li Manîsayê di 23’ê gulanê de jî 46 leşker û di 27’ê gulanê de jî 70 leşker, di 16’ê hezîranê de jî 60 leşker jehrî bûbûn.