Di roja 102'emîn de dîsa mudaxale kirin: Dê nikaribin dengê Nuriye û Semih qut bikin 2017-06-18 14:31:06 ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnêya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 102'an de berdewam dike. Koma ku xwestin piştgiriyê bidin çalakiyê û li ber Bîrdariya Mafên Mirovan kom bûn dîsa rastî êrîşa polîsan hat. Çalakiya Nûriye Gulmen û Samih Ozakça ya greva birçîbûnê di roja 102'an de berdewam dike. Çalakiya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça jî di roja 222’an de li Kolana Yukselê berdewam kir. Kedkarên ku bi gul û pankartan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan kom bûn rastî mudaxaleya polîsan hat. Nazife Onay û Nazan Bozkurt ên bi qurnefilan hatin cihê çalakiye rastî astengiya polîsan hatin. Disa kedkarên ku di destê wan de pankarta “Bila Nuriye û Semih dîsa li karên xwe vegerin" hebû li ber Bîrdariya Mafên Mirovan rastî mudaxaleya polîsan hatin. Piştî mudaxaleya polîsan Nazife Onay daxuyanî da û wiha got: "Çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça êdî bûne malê gel. Polîs dixwazin Kolana Yukselê ji kedkaran dûr bixin û Nuriye û Semih bidin ji bîr kirin. Lê çalakiya wan êdî bûye malê gel û nayê ji bîr kirin. Ev şerê kedê ye. Nê nikaribin dengê Nuriye û Semih qut bikin."