Li Maçkayê nobet di roja 4’emîn de ye 2017-06-18 14:58:07 STENBOL – Li Parqa Maçka “Nobeta Edaletê” ya ku CHP'ê daye destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam dike. Welatiyên tevlî nobetê bûn li ber stranên kurdî û tirkî govend gerandin. Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê ku li Parqa Maçka ya Stenbolê “Nobeta Edaletê” ya daye destpêkirin di roja 4’emîn didome. Welatî piştî saetên serê sibê herikîn Parka Maçka û di bin dorpêça polîsan derbasî parqê bûn. Nobedaran li ber stranên kurdî û tirkî govend gerandin. Ji ber hewa germ welatiyan car caran bêhna xwe li bin siya daran vedikin û li vir rojname û pirtûkên xwe dixwînin. Hin welatî ji mijarên di rojevê de nîqaş dikin. Nobet her ku diçe mezintir dibe û didome.