Li Semsûrê girtin, li Şirnexê binçavkirin 2016-12-06 14:06:23 ŞIRNEX/SEMSÛR - Li Semsûrê 6 kes hatin girtin, li Cizîrê jî birayê Cemîle Çagirga, Barana Çagirga hate binçavkirin. Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsên ku bi ser mala malbata Cemîle Çagirga ya ku di 7’ê îlona 2015’an li Cizîrê di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dabû de girt û birayê wê Baran Çagirga bin çav kirin. Polîsên ku li mala Çagirga ya li taxa Cûdî lêgerîn kirîn, Baran Çagirga birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê. Derbarê hinceta binçavkirina Çagirga de agahî nehatin bidestxistin. Di 2'yê kanûnê de jî polîsan bi ser mala Çagirga de girtibûn û bavê wê Ramazan Çagirga yê rêveberê MEYADER'ê ye hatibû binçavkirin. 6 KES HATIN GIRTIN Li navçeya Kolikê ya Semsûrê di nava 20 rojan de di serdegirtinên malan de endamê PM a DBP'ê Suat Demîr, endama KJA ya hatibû girtin Maşallah Erbey û 6 xwendekarên Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Kolikê hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê Mustafa Acar û Firat Bozkurt hatin berdan. Endamê PM a DBP'ê Suat Demîr, endama KJA'yê Maşallah Erbey, Azad Omer Uyan, Emrah Emre, Îrfan Atalay, Dagiştan Hezer bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" "propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 2 siyasetmedar û 4 xwendekar bi heman îdiayê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.