Rozerîn Kalkan 10 mehin di yek hucreyê de tê girtin 2017-06-19 09:09:02 MÊRDÎN – 2’emîn rûniştina doza Rozerîn Kalkan a 10 mehin di yek hucreye de tê girtin, dê 22’ê Hezîranê de bê dîtin. Dayik Razenîn Şerife Kalkan destnîşan kir ku keça wê ji ber nexweşiya xwe nikare cilên xwe bişo û nivîs binivîse. Rozerîn Kalkan a 19 salî ku li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê di bin çavan de rastî îşkenceya zayendî hat, di 11’ê Tebaxa 2016’an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tipa E ya Nigdeyê. Kalkan ku ewil şandin Girtîgeha Mêrdin û ji wir ji şandin Nîgdeyê 10 mehin di hucreyek yek kesî de tê girtin. Kalkan, ji 9’ê Îlonê 2016’an heta niha bi hinceta li girtîgehê girtiyên siyasî tune, bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de tê girtin. 2'emîn Rûniştina Kalkan dê di 22’ê Hezîranê del li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. Dayika Rozenîn Şerife Kalkan, bal kişand ser tenduristiya keça xwe û wiha got "Keç min bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin. Daxwaza keça min a wê bişînin girtigehên din hêj nehatiye qebûlkirin. Dema min cara ewil di girtîgehê de keça xwe dit, min dengê wê nas nekir. Keça min di 10 saliya xwe de ji milê xwe yê rastê hat emeliyatkirin. Bijîşk got 'dema mezin bû divê platîn bixin milê wê'. Niha ji ber milên xwe nikare cilên xwe bişo û nameyên xwe jî binivîse. Milê wê ji sedan 40 pûç bûye." ‘JI 2 MEHAN CAREKÊ NAME DIDIN WÊ' Dayik Kalkan, bi bîr xist ku keça wê ligel çend caran sewq xwestiye jî daxwaza wê pêk nehatiye û wiha bi dawî kir: “Demek dirêj e bi tenê ye. Ji ber ew qas bi tenê maye û neaxifiye dengê wê guheriye. Televziyona ku dane wê jî du rojan didin û 10 rojan jê distînin. Bi hinceta ‘lêkolînê’ televîzyonê jê distînin û bi dehan rojan şûnde dîsa didinê. Ji du mehan carekê nameyên wê didin wê.!" Berîtan Îrlan - dihaber