Koalîsyona Navneteweyî: Hêzên koalîsyonê balafira şer a Sûriye xist 2017-06-19 09:52:53 NAVENDA NÛÇEYAN – Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hate avakirin, têkildarî xistina balafira şer a Sûriye daxuyanî da. Koalîsyonê, diyar kir ku balafira rejîma Sûriyeyê ya li başûrê Tebqayê ket, ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatiye xistin. Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hate avakirin, têkildarî xistina balafira şer a Sûriyê daxuyanî da û diyar kir ku hêzên koalîsyonê, bi dema Sûriyeyê saet di 18:43’an de, balafireke bi tîpa SU-22 a Sûriyeyê ku li başûrê Tebqayê êrîşî çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikir, ji aliyê balafira bi tîpa F18 a hêzên koalîsyonê ve hatiye xistin. Di daxuyaniya koalîsyonê de hat ragihandin, balafirên Sûriyeyê danê nîvro êrîşî çeperên QSD’ê yên li başûrê Tebqayê kirine û li ser vê yekê wan bi Rûsyayê re têkilî danîne û hişyarî dane Sûriyeyê. Koalîsyonê destnîşan kir, ku ew naxwazen bi rejîma Sûriyeyê yan jî Rûsyayê re şer bikin, lê belê ew ê hêzên koalîsyonê yên li ser erdê li hemberî gefan biparêzin.