TSK'ê gundên Efrînê topbaran kir 2017-06-19 10:16:23 EFRÎN – Hat diyar kirin ku leşkerên TSK'ê gundên Kantona Efrînê bi dijwarî topbaran, dikin. Şervanên YPJ û YPG`ê jî berisvê didin êrîşan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), hat diyar kirin ku leşkerên TSK'ê ji bajarê Ezazê, gundên Enab, Tenib, Qestel Cindo û Qetma yên navçeya Şera, bi çekên giran topbaran dikin. Şervanên YPG û YPJ`ê jî yekser bersiva êrîşan dan. Di topbarana dijwar ku heta niha dewam dike de, gelek top li nava zeviyên welatiyan ketin û zerar gihîşt wan.