Kiliçdaroglu: Ji bo her kesî heq û edalet divê 2017-06-19 11:22:45 ENQERE – Meşa Edaletê ya Serokê Gişti yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di roja 5’an de berdewam dike. Kiliçdaroglu, anî ziman ku ji bo 80 milyon kesan ketin rê û ji bo her kesî heq û hiqûqê dixazin. Piştî parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Enis Berberoglu hat girtin, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, dest bi "Meşa Edaletê" kir. Meşa Kiliçdaroglu, di roja 5’an de meşa xwe berdewam dike. Meşa ku li bendê ye 25 rojan berdewam dike, Kiliçdaroglu divê hêj 432 kilometre rê bimeşe. Kiliçdaroglu di nava 4 rojan de 85 kilometre meşiya. Kiliçdaroglu ku duh li Kizilcahamamê bû mêvan, îro li bendê ye 16 kilometre rê bimeşin. Kiliçdaroglu, di meşa duh ji ber baranê de zahmetî kişand. Kemal Kiliçdaroglu îro di roja 5'an de daxuyanî da û dest bi meşê kir. EM JI BO HER KESÎ EDALETÊ DIXWAZIN Kiliçdaroglu, anî ziman ku êdî hemû dinya zane ku ew pir girîngiyê didin edaletê û wiha got: "Edalet, heq û hiqûq ji hev nayê perçekirin. Em ji bo her kesan edaletê dixwazin. Em ji bo her kesî heq û hiqûqê dixwazin. Em zerarê nadin kesî û em gotinên xerab ji kesî re nabêjin. Em ji bo 80 milyon kes bi biratî bi hevre bişîn dimeşin. Kesên dixwazin me hêrs bikin û bînin lîstikan hene. Lê em nayên lîstikan. Ez dê bi biryar û bi azîm bimeşim. Ez ji bo 80 milyon kesan dimeşim. Kiliçdaroglu, piştî axaftinê di roja 5'an de meşa xwe berdewam kir.