Derb û şîdeta polîsan hat qeydkirin 2016-12-06 14:52:55 AMED - Polîsên ku bi ser şaredariya Yenîşehîdê girtin xebatkarê şaredariyê endezyarê elektrîkê Bişar Tutuş derbkirin, dîmenên derbkirina Tutuş derketin holê. Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê piştî ku Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu hate binçavkirin bi sedan polîs û tîmên taybet ketin avahiya şaredariyê, bi ser şaredariyê de girtin. Polîs û tîmên taybet piştî ku li ber deriyê avahiyê kom bûn piştre ketin hundir û berê xwe dan odeya hevşaredar, derî şikandin, li hundir lêgerîn kirin. Korîdor û derûdorên avahiyê hatin dorpêçkirin û lêgerîn hat kirin. XEBATKARÊ ŞAREDARIYÊ HAT DERBKIRIN Dema ku avahî di bin dorpêçê de bû endezyarê elektrîkê Bişar Tutuş li hemberî polîsan nerazîbûn nîşan da. Li ser vê polîsan Tutuş derb kirin û ew kirin hundirê avahiyê û şîdeta xwe berdewam kirin. Bi dehan polîsan bi kulm, pehin û qontaxên çekan ve li Tutuş xistin. Di dîmenan de ev yek tên dîkin. Piştî demeke Tutuş li erdê deverû tê sekinandin û demeke şunde jî wî li wesayîta zirxî siwar kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Şîdeta li hemberî Tutuş bi kamereya ewlehiyê ya şaredariyê ve gav bi gav hat qeydkirin.