Mele jî tev li operasyonê kirin 2017-06-19 12:35:39 AMED – Operasyona li sêgoşeya Licê, Pasûr û Darahênê ya bi tevlîbûna 10 hezar leşker, polîs û cerdevan tê meşandin zêdeyî 20 rojin didome. Mele jî tev li operasyonê kirin. Operasyona sêgoşeya navçeyên Amedê Licê, Pasûrê û navçeya Darahênê ya Çewlikê bi tevlîbûna 10 hezar leşker, polîsên tîmên taybet û cerdevanan, zêdeyî 20 rojin berdewam dike. 20 roj in, leşker û tîmên taybet ji bajarên rojavayê Tirkiyê sewqî herêmê dikin û tev li operasyonê didin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku meleyên mizgeftan jî tevlî vê operasyonê kirine. Çavkaniyên herêmê, anin ziman ku meleyê mizgefta gundikê Berdan a Pasûrê û meleye gundê Totaniyê di nav operasyonê de cih girtin e. Çavkaniyan, destnîşan kirin ku ev mele di nav kadroya cerdevanan de ne. Ji ber mele tevlî operasyonê bûn di meha Remazanê de mizgeft jî vala man. Şêniyên gundan bertek nîşanî meleyan dan. Gundiyan, destnîşan kirin ku ji ber mele tev li operasyonan bûne li malên xwe îbadetên xwe kirine.