17 rojnameger derketin pêşberî dadgehê 2017-06-19 12:57:36 STENBOL - Rûniştina doza nivîskar Ahmet Altan û Prof. Dr. Mehmet Altan, rojnameger Nazli Ilicak û Gerinendeyê Rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli jî di navde 17 rojnamegeran li 26'emlîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Runiştina dozê ji ber pirsgirêka deng taloqî piştî nîvro kir. Rûniştina doza nivîskar Ahmet Altan û Prof. Dr. Mehmet Altan, rojnameger Nazli Ilicak û Gerinendeyê Rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli jî di navde 17 rojnamegeran li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê serêsibê dest pê kir. Rojnameger Hasan Cemal, Altan Oymen, Parlamenterê CHP'ê Dursun Çiçek, Parlamenterê HDP'ê Altan Tan û gelek rojnamegerên din doz şopandin. Ji ber hêjbara beşdaran zêde bû rûniştina dozê li salona 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de rojnameger Nazli Ilicak û Mehmet Altan amad8e bûn. Ahmet Altan jî bi SEGBİS'ê beşdar bû. Rûniştina dozê ji ber pergala SEGBÎS'ê xerabe bû 2 saetan dereng dest pê kir. Ji ber dereng dest bi rûniştinê kirin heta saet 14.00’an navber dan rûniştina dozê.