Tîmên taybet sewqî Tendûrekê hatin kirin 2017-06-19 13:22:17 AGIRÎ – Li herema Çiyayê Tendûrekê bi gelek maşîneyên zirxî tîmên tabyet hatin sewqkirin. Li asîmanê heremê jî tevgera Heronan bê navber didome. Gelek polîsên tîmên taybet bi maşîneyên taybet şandin herema Çiyayê Tendûrekê ya di navber navçeya Bazîda Agirî û Ebex a Wanê de. Li gorî agahiyên çavkaniyên heremî ragihandin; li asîmanê heremê bê navber liv û tevgera heronan diqewime û li bejahiyê jî liv û tevgera leşkerî heye. Çavkaniyên heremî dan zanîn ku polîsên tîmên taybet li gel cerevanan li Gola Pelexê, Girê Nêriya û Gurdê hatin bicihkirin. Tîmên taybet dem bi dem gefan li sewalkar û koçerên heremê dixwin û hat diyarkirin ku li derdora gundê Tutekê hin kesên sivîl bi çekan digerin. Ji 24’ê gulanê şûn ve li heremê liv û tevgera leşkerî ya hewayî û bejahî berdewan dike.