Zarokê polîsan ew birîndar kir derûniya wî xera bûye 2017-06-19 13:22:32 MÊRDÎN – Zarokê 17 salî Mehmet Şerif Bakir yê maşineyê zirxî ya polîsan lê qeliband û piyê wî jê bû, derûniya wê xera bûye. Li navçeya Nisêbînê polîsan bi maşîna zirxî li zarokê 17 salî Mehmet Şerif Bakir qelibandibû û piyê wî jê kiribûn. Dermankirina Şerîf Bakir li Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê ya Amedê berdewam dike. Bakir ji ber rewşa xwe hêj di beşa lêzgin a Ortopedikê de di bin çavderiyê de ye. Bavê Mehmeh Şerîf Cuma Bakir diyar kir ku dêrûniyê kurê wî nebaş e. Bav Bakir destnîşan kir ku kurê wî her lingê wî yê hatiey birîn dinêre digirî. Nexweşxaneyê jî derbarê rewşê de da zanîn ku dê Bakir sewqî beşa Cerrahiya Plastîk bikin.