Serokomarê tirk Erdogan diçe Almanyayê 2017-06-19 13:26:56 ENQERE - Piştî "Krîza Balafirgeha Încîrlîkê" ya bi Almanyayê re, dê cara yekemîn Serokomare tirk Erdogan biçe Almanyayê. Piştî "Krîza Balafirgeha Încîrlîkê" dê Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan biçe Almanyayê. Wekîlên alman dema hatibûn Tirkiyeyê xwestibûn Balafirgeha Încîrlîkê ziyaret bikin, ji ber astengkirina ziyaretê krîz rû dabû û li ser vê Almanyayê aşkera kiribû ku ew dê hêza xwe ji balafirgehê vekişînin. Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen aşkera kiribû ku dê kişandina hêza leşkerî heta dawiya meha Îlonê berdewam bike.