Cenazeyên di Çemê Zapê de winda bûbû, yek jê hat dîtin 2017-06-19 13:41:21 COLEMÊRG - Li Geverê maşîneya ku ket Çemê Zapê û 3 kes têde winda bûn, ji 3 kesan cenazeyê welatiyekê hat dîtin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê her sal gelek maşîneyên ku ji kontrolê derdikevin û dikevin Çemê Zapê, dibe sedema mirinên dilşewat. Herî dawî maşîneya ji kontrolê derket, ket çêm 3 kesên têde winda bûn. Duh di saetên nîvro de li herêma sergoyê di kîkometreya 17'mîn de, qeza pêk hat. Maşîneya ku plaqeya wê hêj nehatiye aşkerakirin, ji hêla Aydin Onal ve dihat ajotin û ketibû çêm. Di qezayê de welatiyên bi navê Nesîbe Onal, Fazîle Kurt, Sevîm Onal, Samet Onal, Aydin Onal û Banu Onal birîndar bûbûn, yek jê jin, 2 zarok jî winda bûn. Welatiyên di rê de derbas dibûn, bi hewara birîndaran çûbûn û ew rakirbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Ji birîndaran Banu Onal a 41 salî jiyana xwe ji dest da. 2 zarok û jina li ber avê çûn, piştî lêgerînek dem dirêj, cenazeyek hat dîtin, hêj cenazeyê 2 zarokan winda ye.