Welatiyê diçû serê zeviyê bû hedefa leşkeran 2017-06-19 14:12:10 AMED – Li navçeya Licê leşkeran gule li welatiyê bi navê Osman Yalavuz barand û welatî bi giranî birîndar kirin. Li gundê Beşiştê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve li kêleka Çemê Sarûm welatiyê bi navê Osman Yalavuz (34) ê ku diçû baxçeyê xwe ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin. Yalavuz bi giranî birîndar bû û bi ambulansê ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Gula li ser mila Yalavuz re daketiye, zerar daye kezeba wî. Yalavuz di beşa lezgîn de tê dermankirin. Leşkeran piştî welatî birîndar kirin gelek şêniyên gund jî dîl girtin û piştre ew berdan. Leşkeren piştre ciwanê bi navê Mesut Yalavuz ê 20 salî jî destên wî ji pişt ve kelepçe kirin û birin cihekî ne diyar. Dorpêça lekşeran a li gund didome.