Bersîva midûrê girîgehê: Ji ber OHAL'ê daxwaznameyên we diçirînim 2017-06-19 14:38:34 ÎZMÎR – Girtî Mustafa Kengîş ê cezayê wî kêmî salekê maye bi armanca ji “Serbestiya bi kontrol” feyde bibe serî li îdareya girtîgehê da. Midûrê Girtîgeha Duzceyê jî bersîva “OHAL heye. Daxwaznameyê beredayî nedin. Daxwaznameyê hûn didin diçirînim.” Girtiyê Girtigeha Tîpa T a Duzceyê Mustafa Kengîş (23) di Newroza 2012’an de li Siwêrega Rihayê hat binçavkirin û bi hinceta “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Kengîş ê cezayê wî kêmî salekê maye, bi boneya ji “Serbestiya bi kontrol” feyde bigire serî li îdareya girtîgehê da. Lê Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê bersivek sosret da daxwaznameya Kengîş û got: “OHAL heye. Daxwaznameyê beredayî nedin. Daxwaznameyê hûn didin diçirînim.” Bavê Kengîş, Sefer Kengîş pêkanîna li dijî daxwaznameya kurê xwe da û diyar kir ku li gel daxwaznameyan daxwazên din jî yên girtiyan nayên qebûlkirin û dest datînin ser kovar, pirtûk, rojname û nameyên girtiyan û nadin wan. Têkildarî mijarê Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, diyar kir ku hemû kes bi awayekî azad xwedî mafê dayîna daxwaznameyê, girtina rojname, kovar û pirtûkan e.