‘Heta daxwaz neyên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome’ 2017-06-19 15:43:15 ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji hêla Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ve hatiye destpêkirin, 103 roj li dû xwe hişt. Çalakvanên li derve piştgiriyê didin wan, gotin ku "Heta dorpêça li dor vê bîrdariyê ranebe, daxwazên Nuriye û Semîh neynin qebûlkirin, dê têkoşîna me berdewam bike." Kedkarên bi navê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bi Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) de ji kar hatibûn avêtin, ji bo vegerin karê xwe ketibûn greva birçîbûnê. Çalakiya wan di roja 103'emîn de berdewam dike û çalakiya piştgiriyê ya li derve dîsa rastî mudaxaleyê hat. Çalakvanên li kuçeya Konurê li hev civiyan û ber bi Bîrdariya Mafê Mirovan ve dest bi meşê kirin, polîsan bi gaza îsotê êrîşê wan kir. Li ser êrîşa polîsan, çalakvanan dirûşmên "Dê serkeftina ya çalakvanên berxwedêr be" berz kirin. Piştî êrîşê manosteyê hatibû îxrackirin Acun Karadag daxuyanî da û aşkera kir ku çalakiya Gulmen û Ozakça di roja 103'emîn de ye, çalakiya li Kolana Yukselê di roja 223'yan de berdewam dike. Karadag ev tişt got: "Heta dorpêça li ser vê bîrdariyê ranebe, daxwazên Nuriye û Semîh neyê qebûlkirin, dê têkoşîna me berdewam bike."