Nobedarên Parka Maçka di roja 5'an de xwestin OHAL'ê rakin 2017-06-19 15:54:50 STENBOL - Nobedarên Parka Maçka çalakiya "Nobeta Edaletê" di roja 5'an de berdewam dikin. Welatiyên beşdarî nobetê bûn, xwestin ji bo edaletê OHAL bê rakirin. Meşa Edaletê ya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di roja 5'an de berdewam dike. Piştî meşa Edaletê li Enqere dest pê kir, Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê jî li Parka Maçka dest bi "Nobeta Edaletê" kir. Nobeta Edaletê ya li Parka Maçka ya demokrasîyê di roja 5'an de berdewam dike. Li parkê platform hat avakirin. Li Platforma ku li Parke hatiye avakirin pankarta "Edalet" vekirin. Hemû kesên beşdarî çalakiyê bûn bêyî rengê xwe diyar bikin ji bo daxwaza Edalete kom bûn. Nobedarê Edaletê Sirri Akbulak, diyar kir ku heta edalet bê vî welatî dê çalakiya xwe berdewam bike û wiha got: "Ez ji bo mafê karkeran û tazminata kidemê li vir im. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim. Li welatê ku edalet lê tune be tu tişt nabe." Xelatî Zeynep Turel û Mete Emre Ogut jî daxwazên edaletê anîn ziman û xwestin ji bo edaletê OHAL Bê rakirin. Nobedaran xwestin OHAL bê rakirin û berî her tiştî ji bo edalet pêk bê divê OHAL bê rakirin.