Dozger xwest dayik û bavê Ayşe Deniz Karacagil bên girtin 2017-06-19 16:48:23 STENBOL - Dayik û bavê Ayşe Deniz Karacagil Nuray Erçagan û Omer Karacagîl, li dozgeriyê îfade da. Dozger Erçagan û Karacagîl bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dayik û bavê Ayşe Denîz Karacagil a ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû li Balefirgeha Sabîha Gokçen hatin binçavkirn. Erçagan û Karacagil ên ku ji Beyrûtê hatin Stenbolê li Balefirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê bi angaşta “Propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin. Erçagan û Karacagil bi boneya îfadeya birin Edliyeya Anagolû ya Kartalê. Dayik û bavê Karacagil piştî îfade dan dozgeriyê, dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dozger axaftinên dayik û bav ên li ser cenaze delîl nîşan dan îdîa kir ku "propaganda rêxistinê kiriye" xwest bên girtin. Parêzeran bertek nîşan dan û wiha got: "Dayik û bavê Ayşe Deniz Karacagil beşdarî cenazeyê keça xwe bûne. Bi hinceta işareta serkeftinê rakirine û wêne rakirine bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin. Em bang li hemû parêzeran dikin ku li malbatê xwedî derkevin.