Cerdevanê winda mirî hat dîtin 2017-06-19 18:02:20 ŞIRNEX - Li Şirnexê cesedê cerdevan Mehmet Beldekê ku ev 2 roj in agahî jê nedihatin wergirtin hat dîtin. Li gundê Mendîkerê yê Şirnexê cesedê cerdevan Mehmet Beldek (23) ku 2 roj in agahî jê nedihatin wergirtin hat dîtin. Cesedê Beldek li qeraxa Robarê Resorê bi awayekî ku benik di qirikê de hat dîtin. Ji bo otopsiyê cenaze şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hatibû derpêşkirin ku HPG'yiyan Beldek revandiye.