Polîsan li Êlihê 20 kes binçav kirin 2017-06-19 18:07:04 ÊLIH- Li 9 gundên girêdayî navçeya Hezo û bajaroka Bekirhanê di serdegirtina de Hevserokê DBP'a Bajarokê Mehmet Sabrî Ayayna jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Bi ser 9 gundên girêdayî navçeya Hezo û bajaroka Bekirhanê yên Êlihê de hatin girtin. Di serdegirtinê de Hevserokê DBP'a Bajarokê Mehmet Sabrî Ayayna û Endamê Meclîsa Şaredariya Hezo ya DBP'î Seyîthan Baran jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinan nehat zanîn û hat hînbûn ku wan birina Qereqola Cendirmeyan a Êlihê.