Dê û bavên Ayşe Denîz Karacagîlê hatin berdan 2017-06-19 18:15:19 STENBOL - Dayik û bavê Ayşe Deniz Karacagil ku li Reqayê dema li dijî DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, Nuray Erçagan û Omer Karacagîl ku hatibûn binçavkirin, bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan. Dayik û bavê Ayşe Denîz Karacagil a ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, Nûray Erçagan û Omer Karacagil ên ku bi hinceta tevlî merasîma cenazeyê keça xw ebûne hatin binçavkirin, bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. Dê û bav ku ji Beyrûtê hatin Stenbolê li Balefirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê bi angaşta “Propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin û ew sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Kartalê kirin. Dozgeriyê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" kirine bi daxwaza girtinê Erçagan û karacagîl sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi şertê venêrîna edlî Erçagan û karacagîl serbest berda.