Li Amedê 2 hezar donim genim şewitî 2017-06-19 18:35:50 AMED - Li gundê Balaban ê Gêlê ji ber xetên ceryanê şewat derket û nêzî 2 hezar donim zeviyê genim şewitî. Li gundê Balabanê yê bi ser navçeya Gêlê ya Amedê ve ji ber xetên ceryanê agir bi zeviyên genim ên welatiyan ket. Hat zanîn ku di şewatê de nêzî 2 hezar donim zevî şewitî û li şûna simbilên genim arî ma. Welatiyan li gorî derfetên xwe yên kêm mudaxeleyî şewatê kir, lê mudaxeleya welatiyan bê bandor ma. Hat hînbûn ku ekîbên agirkujiyê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dereng çûne cihê şewatê û heta ku çûne cihê şewatê 2 hezar donim genim şewitiye. Gundiyan aşkere kir ku salên berê jî ji ber ku tedbîr nehatibû girtin agir dîsa bi zeviyan ketibû û gelek zevî şewitibû.