Wesayîta polîsan li wesayîta sivîl qelibî: 2 kes mirin 2017-06-19 19:29:49 AMED - Li ser riya Amed-Çewligê mîdîbusa ku polîsên tevgera taybet vediguhastin û mînîbusek li hev qelibîn. Di qezayê de 2 kes mirin û her wiha tevî polîs û welatiyan 18 kes jî birîndar bûn. Li kîlometreya 33'yemîna riya Amed-Çewligê mîdîbusa ku polîsên tevgera taybet vediguhastin û mînîbusa ku rêwî veguhastin, ji ber sedemeke ku hîn jî nayê zanîn li hev qelibîn. Di qezayê de tevî polîs û welatiyên sivîl 20 kes birîndar bûn. Birîndar bi bi ambulansên helîkopterî û ambulansên asayî sewqî neweşxaneyên bajêr hatin kirin. Ji kesên birîndar 2 kes jê jiyana xwe ji dest dan û her wiha tedawiya yên din jî didome.