Silo: Rêjîm li dijî rizgarkirina Reqqayê êrîşî me dike 2017-06-19 21:27:47 NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê QSD'ê Mîrîal Talal Silo diyar kir ku rêjîma Sûriyê bi armanca têkbirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê êrîşan pêk tîne û wiha got: "Hêzên QSD'ê dê di çarçoveya xweparastina rewa de bersive bide êrîşan." Berdevkê QSD'ê Mîrîal Talal Silo têkildarî êrîşên hêzên rêjîmê yên li ser bargehên QSD'ê daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyanî wihaye: "Piştî berxwedana qehremane ya hêzên me û hêzên li dijî terorê hevkariya wan dike û di çarçoveya hemeleya hêzn QSD'ê ya di hemeleya Xezeba Firatê ku bi armanca qutkirina Reqqayê pêk tê, bi taybet jî piştî Cenga Mezin ku ji bo rizgakririna bajarê Reqqayê ku çeteyan ji xwe re kiribû paytext û di dema em di hemeleya rizgarkirina bajarê Reqqayê de pêş ve çûn û hejmarek taxên bajar rizgar kirin, hêzên rêjîmê bi zanebûn di 17'ê hizêranê de êrîşeke berfireh ku balafir, top û tang tê de bi kar anîn li dijî hermên rizgarkirî pêk anî. Êrîş li dijî herêmên ku ji beriya sê mehan ve di çarçoveya hemeleya rizgakririna bajarê Tebqa û Bendava Firatê de hatibû rizgakririn pêk hat. Armanca hêzên rêjîmê ji êrîşan ew e ku Hemleya rizgarkirina Reqqayê têk bibin. " Berdevkê QSD'ê Mîrîal Talal Silo di dawiya daxuyaniyê de hêzên rêjîmê hişyar kir û xwest dawî li êrîşan bînin. Silo daxuyanî wiha bi dawi kir: "Heger hêzên rêjîmê di êrîşên li ser bargehên me yên Reqqayê dewam kir, em ê neçar bimînim ku em mafê xwe yê parstinê pêk bînin û bersiva êrîşan bidin."