Leşker ciwanê li Licê binçavkirin, li erazî digerînin 2017-06-19 21:35:07 AMED - Hat diyarkirin ku leşkeran piştî Mesût Yalavûz li Licê binçav kirin, destê wî li pişt wî kelemçe kirin û wî li eraziyên operasyonê digerînin. Li gundê Beşîştê yê Licêya Amedê dema welatiyê bi navê Osman Yalavûz (34) ji bo avdaniyê ber bi baxçeyê xwe ve diçû leşkeran ew gulebaran kiribû û bi giranî birîndar bûbû. Piştî Osman Yalavûz, leşkeran destê ciwanê bi navê Mesût Yalavûz (20) bi paş ve destê wî kelepçekirin û ew bin çav kirin. Malbata Yalavûz, anî ziman ku ew ji jiyan kurê xwe bi endîşe ne. Malbatê diyar kir ku, leşker kurê wan li eraziyê hawirdorê digerîne.