Li Qilebanê şer: 2 cerdevan û leşkerek birîndar bûn 2017-06-20 09:15:17 ŞIRNEX - Di operasyona li herêma Qilebanê didome de şer derket. Di şerê navbera TSK'ê û HPG’ê de 2 cerdevan û leşkerek birîndar bûn. Li herêma çoltara Hîlalê ya Navçeya Qilebanê ya Şirnexê, leşkerên derketibûn operasyonê bi HPG’iyan re şer kirin. Di şer de 2 cerdevan û 1 çawişê pispor birîndar bûn. Kesên birîndar bi helîkopteran rakirin nexweşxaneyên derdorê. Operasyona li herêmê didome.